Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, heta niha ti giftûgoyeke teknîkî û siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nûbûye. Herwiha diyar kir, ku aliyê ku nayê diyalogê Bexda ye, ne ku Hewlêr.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî cîvana Civata Wezîrên Herêma Kurdistsanê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê geşedanên dawîn axivî.
Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya li gel şanda Herêma Kurdistanê bo Fransayê de diyar kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron soz daye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ji destê wan were bikin.
Barzanî balkişande ser rewşa Kerkûk, Xurmato û navçeyên din û diyar kir, ku li van herêman li hember gelê Kurdistanê binpêkirinên mezin hatine kirin û wiha axivî:
“Em bang li hemû rêxistinên navdewletî dikin, ku karesata mezin a Xurmatoyê bibînin. Mixabin, Neteweyên Yekbûyî karesata mezin a li Xurmatoyê weke pêwîst nabîne. Em ji UNAMI dixwazin derbarê binpêkirinên yasayî yên li Xurmato hatine kirin, dosyayeke taybetî amade bikin.”
Serokwezîr amaje bi pêkanîna mekanîzmayekê li van herêman kir û diyar kir: “Heta niha tenê Amerîka û Iraq di nava vê mekanîzmayê de ne û em vê yekê rast nabînin, kêm dibînin. Divê Kurdistan di nava mekanîzmaya li navçeyên nakok de hebe. Bêyî Kurdistanê nabe, divê hêzên Kurdistanê jî di nav de bin.”
Derbarê guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Barzanî da xuyakirin: “Heta niha ti guftûgoyeke teknîkî û siyasî di navbera me û Bexdayê de nîne. Bexda ne amade ye ji bo danûstandin, ne ku em.”
Li ser mijara berdewamkirina cezayên li dijî herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî wiya axivî:
“Tişta ku Bexda dike ti peywendiya wê bi referandûmê re nîne. Bexda dibêje firsendek ketiye destê me emê qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji holê rakin. Girtina firokexaneyan tenê zirarê digihîne xelkê. Yên ku bi rêya firokexaneyan hatinçûnê dikin û kar û pêwîstiyên xwe pêşwazî dikin xelk e.”
Barzanî da zanîn, ku ji ber ambargoya Iraqê daniye ser Herêma Kurdistanê şanda hikûmetê nekariye ji Bexdayê ve here Fransayê û lewma rêya Tirkiyê bikar anîne.
Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiye û Îranê jî Barzanî da xuyakirin: “Peywendiyên me yên li gel Tirkiyê berdewam in û her dema hatiye xwestin ew ji bo diyalogê amade bûne. Peywendiyên me yên li gel Îranê jî berdewam dikin û em bi hêvî ne deriyên sînorî werin vekirin. Ji ber ku girtina deriyên sînor ne di berjewendiyê ti aliyekê de ye.”
Nêçîrvan Barzanî behsa helwesta hevgirtî ya fraksiyonên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê kir û diyar kir, ku ev ye cihê rêzgirtinê ye.
Serokwezîr Barzanî herwiha got, ku di demekê nêzîk de ewê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin