Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulahê ji Spûtnîkê re ragihand ku HSD li rojhilatê Firatê odeyeke operasyonên hevbeş damezirandiye daku li rojhilatê Firatê kordînasyonê li gel Rûsyayê bike.
Ebdulahê ji ajansa Spûtnîkê re got: "Odeya operasyona a di navbera me û hêzên rûsî de…Hîn operasyona Dêra Zorê bi beşdariya odeyeke hevbeş li gel aliyê rûsî mezin dibe û berfireh dibe. Wek me destnîşan kiribû kordînasyoneke hevbeş ji bo operasyonên hevbeş di navbera me û hêzên rûsî de heye lê ti operasyonên me yên hevbeş bi hêzên Hikûemta Sûriyeyê re tine ne."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin