Li Himsê tirimbîleke bombekirî hate teqandin

teqîn di nava taxeke Elewiyan de pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Di encam de herî kêm 8 kes hatin kuştin

Hin jêderên mîdiyayî yên Sûriyeyê belav kirin ku îro di nava taxeke bajarê Himsê de tirimbîleke bombekirî hatiye teqandin û di encama teqîna han de herî kêm 8 welatî hatine kuştin.

Jêderên han behsa vê yekê dikin ku 15 welatiyên din jî birîndar bûne û birîna gelek ji wan jî xedare.

Li gor çapemeniya Sûriyeyê teqîn li taxê Akrameh pêkhatiye û piraniya şêniyên vê taxê jî welatiyên Elewîne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.