Dadgeha destûrê biryara Trump pesend kir

vê welatiyên şeş welatên îslamî nikaribin biçin Amerîkayê
کوردستان TV
100%

Dadgeha destûrê ya Amerîkayê biryara qedexeya çûyîna bo Amerîkayê pejrand.

Dadgeha qanûna bingehîn diyar kir ku di qedexeya rêwîtiyê de, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dijî 6 welatên ku welatiyên wan Misilman in xwestibû, ti asteng tune.

Lê, di dadgehên jêrîn de astengên qanûnî yên dijî qedexeya rêwîtiyê didomin.

Dadgeha qanûna bingehîn rakirina du biryarên tedbîrê yên dadgehên jêrîn, ku rêvebiriya Trump xwestibû, pejirand.

Ji neh endamên dadgeha qanûna bingehîn du endam dijî rakirina biryarên tedbîrê deng dan.

Dadgeha qanûna Bingehîn hikûm da ku dadgehên pêdaçûnê yên San Franciso ya eyaleta California û Richmond ya Virginia, biryarên dijî qedexeya rêwîtiyê rawestînin.

Rêvebiriya Trump meha borî ji Dadgeha Pêdaçûnê xwestibû ku qedexeya rêwitiyê ya dijî şeş welat bipejirîne.

Dadgeheke pêdaçûnê yê li California di meha Mijdarê de biryar dabû ku tenê hin beşên qedexeya rêwîtiyê bikeve meriyetê.

Dijî qedexeya rêwîtîyê eyaleta Hawaii û Yekîtiya Azadîyên Sîvîl yên Amerîka jî doz vekiribûn.

Rêvebiriya Trump, ji serê salê vir ve sê cûreyên qedexeya rêwîtiyê weşand.

Li gor qedexeya rêwîtîyê, ji Îran, Lîbya, Sûriye, Yemen, Somalî, Çad û Koreya Bakur herkes û ji Venezuela jî hin karbidestên hikûmetê nikarin herin Amerîka.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.