Hikûmeta Efxanistanê ragihand, mezinekî rêxistina El Qaîde di encama operasyona hevbeş ya hêzên Efxanî û NATO de hatiye kuştin.
Rayedarên Efxanistanê dane zanîn ku di heyama çend rojên borî de çend operasyonên mezin li dijî çekdarên El Qaîde yên li deverên Xeznî, Pekta û Zabolê yên Efxanistanê hatine kirin.
Li gorî agahiyên wan rayedaran, di wan operasyonan de ku hêzên NATO jî beşdar bibûn, herî kêm 80 çekdarên El Qaîde hatine kuştin û 17 çekdar jî dîl hatine girtin.
Hat gotin ku yek ji wan çekdarên ku hatine kuştin, mezinekî El Qaîde bi nave Omer Xetab e ku wek Omer Mensûr dihat nasîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin