Mesrûr Barzanî: Heta niha Bexda ti gaveke piratîkî neavêtiye

Kurdistan bo destpê kirina diyalogê tevahiya erkên xwe cîhbicîh kiriye
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel nunerê Sekreterê NY yê li Îraqê civiya.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarê Îraqê Jan Kubiş kir.

Di civînê de rewşa dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin giftûgo kirin û di vê derbarê de nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Îraqê Jan Kubiş tekez li ser helwesta NY kir û diyar kir ku ew dixwazin bilez û bi awayekî piratîkî danûstandinên raste rast di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin.

Kubiş di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku destûr bingeha çareseriya tevahiya kêşeyên heyiye û nabe bi ti awayî hewl bo bikar anîna hêz û tundûtîjî were dayîn.

Kubiş herwiha diyar kir ku NY û civata ewlekariya NY  li ser hewldanên xwe yên bo çareser kirina bilez û aştiyane  ya kêşeyên heyî berdewam dibin.

Di beşeke din ya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewldanên NY bi girîng wesif kir û anî ziman ku bo destpê kirina giftûgo û diyalogê Kurdistan tevahiya erkên ser milê xwe bicîh aniye lêbelê Bexda heta niha ti gaveke pêwîst neavêtiye.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hilbijartin û aloziyên siyasî yên li Bexdayê astengên herî mezin li berdem pêşveçûnanin lê nabe welatiyên Kurdistanê baca aloziyên heyî yên li Bexdayê bidin lewre lazime bilez xişteyeke ( cedwelek) demî yaku tê de dem hatibe diyarkirin, bo destpê kirina danûstandinan were amadekirin.

Mesrûr Barzanî got: Li Bexdayê gelek propagende bo cîhbicîh kirina destûrê tê kirin û Kurdistan jî dixwaze tevahiya destûrê were cîhbicîhkirin ne tenê ew made û xalên ku Bexda wan destnîşan dike.

Barzanî di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku Kurdistan tekezî li ser bidest xistina tevahiya mafên xwe yên destûrî dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.