Helbestvanê Kurdê Xorasanê Sepahî hat desteserkirin

ev helbestvan Kurdê Xorasanê ye
کوردستان TV
100%

 

Hat ragihandin ku helbestvanê Kurdê Xorasanê Elî Reza Sepahî (Layîn) ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve li bajarê Kelatê Nadir ê nêzîkê Meşhedê hatiye desteserkirin.

Nivîskarê Kurd Selîm Temo di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji Rûdawê re jî şandiye diyar kir ku roja pêncşemê (30.11.2017) Hêzên Ewlehiyê yên Îranê helbestvanê Kurd Elî Reza Sepahî li bajarê Kelatê desteser kirine û ew xistine girtîgeha Wekîn a li Meşhedê.

Selîm Temo da zanîn ku parêzerên Elî Reza Sepahî li benda bersivekê ne lê hêj ti agahî bidest nexistine. Derbarê sedema girtîna Sepahî de tiştek nehatiye amajekirin.

Elî Reza Sepahî berê niha jî çenda caran ji aliyên hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.