17 polîsên Kurd hatin binçav kirin

tawana wan beşdarî kirin di referandumê de ye
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Tikrîtê bi tawana beşdarî kirin di referandumê de 17 polîsên Kurd binçav kir.

Birêveberê asayîşa Xurmatû Mesûd Mele Perwîz ji dezgeha Setelita Kurdistanê re ragihand ku birêveberatiya giştî ya polîsên Tikrîtê li ser fermana Bexdayê, 17 polîsên Kurd li Xurmatûyê bi hinceta beşdarî kirin di referanduma serxwebûna Kurdistanê de binçav kiriye.

Mele Perwîz diyar kir ku li Bexdayê nameyek bo birêveberatiya polîsê Tikrîtê hatiye û têde daxwaz ji polîsê Tikrîtê kiriye daku 27 polîsên Kurd yên ku beşdariya referandumê kirine binçav bike û li ser vê fermanê jî 17 polîsên Kurd hatine binçavkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.