Berdevkê polîsê Hewlêrê ragihand, çend kes bi tawana dizî kirinê hatine girtin û dizî jî li Hewlêrê zêde bûye.
Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz diyar kir ku di heyama çend rojên borî de me çend kes bi tawana diziyê girtin.
Hogir Ezîz her wiha got, hinek ji wan kesan bi awayekî band diziyê kirine hinek jî bi tenê diziyê kirine.
Wî efserê polîs da zanîn ku li gorî par û salên borî dizî li Hewlêrê zêde bûye û got, lê heta ji destê me tê em pêşiya diziyê digirin.
Hogir Ezîz nexwast amara diziyê li Hewlêrê eşkere bike û got, emê sersalê amara fermî ya diziyê eşkere bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin