Li Xurmatû xaniyên sê welatiyên kurd hatin teqandin

teqandina xaniyên welatiyên Kurd dom dike
کوردستان TV
100%

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû teqandina xaniyên sê welatiyên kurd ji aliyê milîsên heşdî şebî û heşdî tirkmenî ve ragehand.

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû Mihemed Fayeq diyar kir ku şav derbasbûyî li çend taxên qeza Xurmatû xaniyên 3 welatiyên kurd ji aliyê heşdî şebî û heşdî tirkmen ve hatin teqandin û xaniyek ji wan ê Pêşmergeyekê ye.’’

Nav hatî diyar kir ku yek ji xaniyan yê welatiyê bi navê Ednan Dîsko ye li taxa Komare, xaniyek jî yê Pêşmergeyê bi navê Mistefa Xalid Ferec e, roja 16 û 17ê cotmehê hatibûn talan kirin û şewitandin û şeva borî jî hate teqandin. Lê xaniyê din hîn jî nediyare yê kiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.