Îro li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyayê hilbijartinên herêmî destpê kirin.
Di çarçoveya prosesa hilbijartin û dengdanê de şêniyên Rojavayê Kurdistanê û deverên din yên Bakûrê Sûriyayê yaku bi federaliya Bakûrê Sûriyayê tên nasîn, çûne ser sendoqan û dengên xwe dan.
Di prosesê de nêzî 10 hezar kes, sazî û çalakvanî jî weke çavdêr amadene.
Welatiyên Herêma Efrînê ji bo dengê xwe bidin namzeyên xwe berê xwe dan sendoqên hilbijartinan ku li 199 navendan hatine diyarkirin.
Îro sibehê li seranserî herêmên Bakûrê Sûriyeyê ji Dêrik hetanî Efrînê hilbijartinên rêveberiyên herêmî “Navçe, bajarok û kanton” dest pê kirin. Welatiyên Efrînê jî berê xwe didin sendoqan û dengê xwe bi kar tînin.
Kantona Efrînê ji sê herêmên sereke pêk tê “Efrîn, Raco û Cindirês”. Komseriya Bilind a Hilbijartinan li gorî firehiya erdnîgarî û hejmara neştecihan hejmara sendoq û navendên dengdanê diyar kiriye.
Li bajarê Efrînê tevî navçeyên girêdayî wê li 96 navendan 261 sendoq hatine bicihkirin.
Li herêma Raco û navçeyên girêdayî wê li 56 navendan 123 sendoq hatin danîn.
Li herêma Cindirêsê jî li 34 navendan 99 sendoq hatin danîn.
Herêma Şehbayê jî ji herêma Til Rifet û navçeyên girêdayî wê “Kefernaya, Ihris û Fafîn” pêk tê.
Li herêma Til Rifet û navçeyên wê navend hatin diyarkirin û li wan 32 sendoq hatin danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin