Serok Barzanî li gel part û aliyên siyasî yên Tirkimanî civiyan.
Îro Pêncşemê Serok Barzanî, li gel partî û aliyên siyasî yên Tirkmanî civiya û bi minasebeta jidayikbûna Pêxemberê Islamê pîrozbahî li amadebûyên civînê û misilmanên Kurdistan û tevahiya misilmanên cîhanê kir.
Serok Barzanî pişt re gotarek pêşkêş kir bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî û qonaxa piştî referandumê û bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî.
Di civînê de serok û sikirtêr û nûnerên partiyên Tirkmanî yên Kurdistanê sipasiya helwest û xevxemiya Serok Barzanî kirin li ser parastina mafên pêkhateya Tirkmanî di salên derbasbûyî de û bi taybet di dema danîna destûra Iraqê de û herwiha piştevaniya berdewam ya Serok Barzanî ji pêkhateya Tirkmanî re.
Amadebûyên civînê tekez kirin ku referandum destkefteke dîrokî ya hemû pêkhatên Kurdistanê ye, ku xwesteka hemû akinciyên Kurdistanê da xuyakirin. Herwiha ji Serok Barzanî re ragihandin ku pêkhateya Tirkmanî li gel Kurd û pêkhatên din yên Kurdistanê xwedî çarenivîs û pêşerojeke hevbeş in.
Di beşekî din yê civînê de, piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraq û mijara hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina destkeft û mafên pêkhateyan di piroseya hilbijartinan û îstihqaqên siyasî de hat kirin.
Serok Barzanî, tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna pêkvejiyanê û berevaniyê li maf û wekheviyê di navbera tevahiya pêkhatên netewî û olî yên Kurdistanê kir û pesnê helwest û beşdariya pêkhateya Tirkmanî di piroseya referandumê de da.
Derbarê bajarê Kerkûkê de jî Serok Barzanî tekez kir ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, lê ti carî nabe milkê yek pêkhateyê bi tenê û divê bibe nimûneyê pêkvejiyana ol û netewan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin