Li ser fermaneke fermandeyê feyleqa Qudsê ya ser bi Sipaya Pasdaran ya Îran Qasim Silêmanî û bi hevrêziyê li gel serkirdatiya Heşda Şebî, Hizbulaha Libnanê ti carî ji Iraqê venakişe.
Çend jêderekî ewlekarî yên Iraqî ragihandine ku hizbulaha Libnanî xwediya pêgeheke taybet e û piştî rûbrûbûna wê li gel DIŞIê, şarezayên wê hizbê ji bo lêgerînê li pey şaneyên raketî yên DIŞIê, ew ji Iraqê venakişin."
Wan jêderan ji malpera Bexdad News re eşkere kirine, hêzên Hizbulaha Libnanî, di çarçoveya karkirin li gel Heşda Şebî, li jêr navnîşana "Lêdana teror û tundrewan" derbasî nav Iraqê bûne û wê li nav Iraqê bimînin.
Herweha wan jêderan zelal kirine, ku, mana hêzên Hizbullaha Lubnanî û şarezayên wê yên serbazî, li ser fermana Qasim Silêmanî bûye, lewra ew hêz ti carî ji Iraqê dernakevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin