Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan

Serok Barzanî dibêje em li hember vê rewşê bêdeng nabin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî dibêje lazime Bexda dev ji zimanê xwe feriz kirinê berde.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm û şandeke pê re kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî ên Îraq, Kurdistan û deverê hatin nirxandin û her du alî li ser çareser kirina kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane û diyalogê hemfikir bûn.

Her di heman civînê de Serokkomarê Îraqê behsa hewldanên xwe yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir bi awayek ku destûr weke sîbanek be bo parastina bûn û kerameta tevahiya hêkhateyan.

Li hember de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime giftûgo û diyalogeke hevseng û bêmerc hebe û dûr be ji zimanê xwe ferizkirinê.

Serok Barzanî herwiha ji Serokkomarê Îraqê re got: Lazime hikûmeta Îraqê dev ji zimanê xweferizkirin û kiriyarên derdestûrî bi taybetî ew tiştên ku li Kerkûk û deverên din li hember gelê Kurdistanê de kirine bidûr bigire û herwiha lazime bilez ew komkujiya li Xurmatûyê tê kirin were rawestandin jiber ku ew yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û em li hember vê bêdeng nabin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku xwe sepandin bi hêz û çek serkeftî nabe û rewşa niha jî berdewam nabe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.