Li 42 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

dema qedexe bûnê nehatiye diyarkirin
کوردستان TV
100%

Li 42 gundên Farqîn, Hezro, Karaz, Pasûr û Liceyê bi hinceta operasyona leşkerî ji vê sibeyê û pê de derketina derve hat qedexekirin.

Walîtiya Amedê aşkere kir ku li 42 gundên 5 navçeyan biryara qedexeyê ya derketina derve hatiye standin.

Bi hinceta ku wê operasyon çêbibe li 42 gundên bi ser navçeyên Farqîn, Hezro, Karaz, Pasûr û Liceyê ve girêdayî saet ji 05:00ê sibeyê û pê de derketina derve hatiye qedexekirin. Lê nehatiye diyarkirin ku wê kengî qedexe rabe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.