Tahir Elçî li kolana ku lê hat qetilkirin, hat bîranîn

daxwaza eşkere kirina bikujan tê kirin
کوردستان TV
100%

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di 28ê mijdara 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin, li wî cihê hat qetilkirin hat bîranîn.

 Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di dema biranînê de axivî û got "Tahir Elçî li navenda Amedê li pêş dehan kamera di weşana zindî de hat kuştin. Em dixwazin Serokomarê îro berpirsiyariya xwe bi cih bîne."

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê mijdara 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling ji aliyê kesên nenas ve hatibû qetilkirin.

Di 2yemîn salvegera kuştina Elçî de malbat û hevalên wî li ber Minareya Çaling ew bi bîr anîn. Hevsera wî Turkan Elçî, parlamanterên HDPê û CHPê jî di nav de gelek parêzer beşdarî rêûresma biranînê bûn.

Ji ber ku çûna cihê Minareya Çarling hêj qedexe ye, biranîn li ber bariyerên polisan hat birêvebirin. Baroya Enqereyê jî ji bo biranîna Elçî taçgulek danî. Beriya daxuyaniya di derbarê biranînê de, daxuyaniya Elçî ya ku roja hat kuştin hat guhdarkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.