Berdevkê PDKê: Hilweşandina hikûmetê dê pirsgirêkên mezin derbixe

pdk dibêje hilweşandina hikûmetê vê aloziyan zêdetir bike
کوردستان TV
100%

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku nêrîna wan baştir e, ku hilbiijartinên Parlamentoya Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê werin kirin.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî de îro serdana Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin û li gel Berpirsê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî û rêveberiya wê partiyê civiyan. 

Piştî serdanê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku rojeva serdanê avakirina yekrêziya navmala Kurd bûye û hevdem daxwazên ji hikûmetê, pirsgirêkên ku hikûmet û gelê Kurdistanê rûbirû bûne, hatine gotûbêjkirin.

Mehmûd Mihemed got: “Çi zû yan jî dereng were kirin, pêwîste hilbijartin di encama komdengiyê de were kirin. Bi nêrîna PDKê ya baş ew e, ku hilbiijartinên Parlamentoya Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê werin kirin. Diyarkirina dema hilbijartinan jî di encama hevdîtinên hikûmetê yên li gel aliyan, dê diyar bibe.”

Mihemeed herwiha diyar kir: “Em projeya ku Tevgera Goran pêşkeş kiriye dinirxînin. Emê li ser biaxivin û paşî wan agahdar bikin. Ji bo civîna civîna 5 alî ti demek nehatiye diyar kirin.”

Berdevkê PDKê derbarê pêşniyara hilweşandina hikûmetê de got: “Hilweşandina hikûmetê dê pirsgirêkên mezin derbixe.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.