Zêdetir ji 1000 terorîstên DIŞIê li Îraqê mane

tevahiya wan li çol û deverên sînorîne
کوردستان TV
100%

Hîn jî zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê li deverên curbicur yên Îraqê mane.

Di vê derbarê de jêderekî ewlekarî li Îraqê diyar kir ku li gor zaniyariyên di destê dezgeh û aliyên ewlekarî de heta niha zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê li deverên curbicur yên Îraqê mane.

Ev jêderê han diyar kir ku piraniya wan terorîstên DIŞIê li çol û deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûriyeyê dene.

Heman jêder anî ziman ku piştî şikesta terorîstan li Mûsil û deverên din yên Îraqê, ew hewl dan biçin nava axa Sûriyeyê lêbelê jiber tedbîrên leşkerî û ewlekarî yên artêşa Îraq û Sûriyeyê ew terorîstên han nikarîn derbasî Sûriyeyê bibin û niha li deverên sînorî yên di navbera Îraq û Sûriyeyê de mane.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.