Serok Barzanî: Rewşa niha demkiye û serkeftin bo gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî: serkeftin her ya gelê Kurdistanê ye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel rayedarên PDKê yên li Silêmanî, Helebce  û Raperînê civiya.

Îro Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê li gel civata serkirdatî, berpirs û kadroyên liq,navçe, berpirsên îdarî, endamên parlemento û endamên civatên parêzgehan yên li Silêmanî, Helebce û Raperîn yên ser bi partiya demokrata Kurdistanê civiya.

Serok Barzanî di civînê de peyvek pêşkêş kir û bi awayekî berfire behsa rûdaw û bûyerên piştî lidar xistina referanduma serxwebûnê û ew rewşa nexweş yaku bi ser Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî ên li derveya îdareya Kurdistanê de hatiye sepandin kir û ragihand ku gelê Kurdistanê rastî şikestê nehatiye belku rastî xiyanetê hatiye û xiyanet lê hatiye kirin û ew rewşa niha jiber napakî û xwe feriz kirinê derketiye holê û di dawî de vê her vîna gelê Kurdistanê serkeftî dibe.

Serok Barzanî got: Beriya lidar xistina referandumê jî diyar kiribû ku Bexda dixwaze destkeftên gelê Kurdistanê ji nav bibibe û me vegerîne serdemên berê, eger referandum jî nehatiba kirin wan ew bernameya han ya êrîş kirinê her hebû û plana wan ya li dijî Kerkûkê hebû lê eger ew xiyaneta 16ê meha bûrî nebûba vê demê ew plana dijî Kurdistan û Kerkûkê serkeftî nedibû.

Serok Barzanî got: Feriz kirina emê waqê ( tiştê ku hat û temam bû),xiyanet û dagîrkerî bi çek û zorê ti carî nikare nasnameya Kerkûk û deverên din biguhere û ew rewşa niha demkiye vê gelê Kurdistanê serkeftî be.

Serok Barzanî diyar kir ku me beriya niha, niha jî gotiye û dibijên ku lazime Kerkûk û deverên din jî bibin mînaka herî baş ya bihevre jiyana aştiyane û feriz kirina ermê waqê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.