Hêzên Îtilatê çar welatiyên Kurd li Serdeştê binçav kirin

girtina welatiyên Kurd ji aliyê Îtlaata Îranê ve didome
کوردستان TV
100%

Hêzên Îtilatê li bajarê Serdeştê sê çalakvanên sivîl û pêşnimêjê mizgevta “Şîwe Birayîm” ji bo vê navenda hikûmetî gazî kirin, û her li wir jî ev binçav kirin.

roja Pêncşemî 2`ê Sermawêza 1396`an, 3 çalakvanên sivîl digel pêşnimêjê mizgevta Şîwebirayîm, ku yek ji kesayetiyên herî mezin ê bajarê Serdeştê ye, ji bo Îdareya Îtila`atê gazî kirin, û her li wir jî ev welatiyên Kurd binçav kirin.

nasnameya wan 3 hemwelatiyên sivîl û mamostayê Kurd bi wî awayî hatiye diyarkirin:

Idrîs Mehmûdî, Rehman Medenî, Ciwanro Qadirî û mamosta Gulnewazêş pêşnimêjê mizgevta Şîwebirayîm.

Çavkaniyeke agadar di vê derheqê de daye zanîn: Ev 3 çalakvanên sivîl derheq pêkanîna kempêyîna “Çavê welat li me ye” hatine binçavkirin, û mamosta Gulnewazêş jî bi tometa rexnegiritin û piştevanîkirin ji vê kempêyînê ji bo Îdareya Îtila`atê hatiye gazîkirin, û piştî çend demjimêran ev azad kirine.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku: Idrîs Mehmûdî û Rehman Medenî bi danîna barimtê hatine azadkirin, û Ciwanro Qadirî jî heyanî belavbûna vê nûçeyê çarenivîsa wî zelal nîne.

Hêjayê basê ye ku, Êdrîs Mehmûdî birêveberê kanala Telegram a “Rojnameya Serdeştê” ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.