Li gundê Koço goreke din ya bi komî hat dîtin

dîtina gorên bi komî li Şingalê berdewame
کوردستان TV
100%

Li gundê Koço yê Şingalê goreke din ya bi komî ya Êzidyan hat dîtin.

Berpirsê gorrên bi kom yên devera Şingalê, Felah Hesen diyar kir ku îro li gundê Koço yê Şingalê goreke din ya bi komî hat dîtin.

Felah Hesen her wiha got, ji ber ku em nikarin wê gorê vekin em nizanin çend term tê de hene.

Berpirsê gorên bi komî anî ziman ku heta niha derdora 45 gorên bi komî li devera Şingalê hatine dîtin û got, em wan goran diparêzin heta ku ji aliyêtîmên taybet bên vekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.