Hat ragehandin li peravên paytexta Lîbya Trablûsê, termê 31 koçberên ku dixwastin bi rêkên ne yasayî derbasî Ewropa bibin hatine dîtin û 35 kes jî hatine rizgar kirin.
Berdevkê hêzên behrê yên Lîbyayê Eyûb Qasim diyar kir ku tîmên ewlekariya qadê li Karabulî ku dikeve rojhilatê Trablusê de termê 31 kesan peyda kirine û 35 kes jî hatine rizgar kirin.
Qasim her wiha ragihand, keştiya ku koçber hildigirt dema ku Karabulî derketiye û hewildaye li ser behra Sipî re derbasî Ewropa bibe bin av bûye û diyar kir tevahiya koçber ji welatên Afrîqa ne û di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarok jî hebûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin