Amerîka rexne li Pakistanê dike

Amerîka dibêje ewê ku hatiye azadkirin tawanbare
کوردستان TV
100%

Pakistan tawanbarek azad kir lê Amerîka rexne li dike.

Qesra Sipî berdana mîlîtanê Pakistanî Hafiz Mihemed Seîd şermezar kir û got ku bi berdana wî Pakîstanê şik xistiye têkoşîna xwe ya dijî terorê.

Qesra Sipî di daxuyanîyê de got: Ger Pakîstan bo girtina Seîd ti gav nevêje û wî jiber sûcên wî nedarizîne, ewê bandora wê ser peywendiyên Amerîka û Pakîstanê hebe û zirarê bigehîne rûmeta navneteweyî ya pakistanê.

Qesra Sipî di daxuyaniyê de herwiha diyar kir ku Donald Trump di siyaseta Asya Başûr de dixwaze peywendiyên du alî yên avaker çeke.

Qesra Sipî da zanîn ku rêvebiriya Amerîka ji Pakîstanê dixwaze ku dijî terorîstên, ku ji herêmê re gef in, toleyan ragihîne û têkoşîneke xurt bike.

Seîd, rêvebirê Cemaat ul dava ye û tê gotin destê vî di nava çend tawanên mezin de heye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.