Trump dibêje CNNê bi awayeke qirêj nûnertiya netewa me dike
Serokê Dewleta Amerîkayê ragihand ku, "Fox News li Amerîkayê ji CNNê gelek girîngtire, lê li derveyê Amerîkayê CNN International çavkaniyeke (derew) girîng e bo nûçeyan û bi awayeke xirab nûnertiya netewa me dike."
Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku CNN International ‘çavkaniya nûçeyên derew e', kanal bi awayeke qirêj li cîhanê nûnertiya Amerîkayê dike.
CNNê li ser hesaba xwe yê twittirê derbarê mijarê de peyamek weşand û tê de eşkere kir ku, "Fox News li Amerîkayê ji CNNê gelek girîngtire, lê li derveyê Amerîkayê
CNN International çavkaniyeke (derew) girîng e bo nûçeyan û bi awayeke xirab nûnertiya netewa me dike." Cîhan ji ber wan rastiyan nabîne.
CNNPR li ser hesaba xwe, "Nûnertiya li cîhanê ya Amerîkayê ne peywira CNNê ye, ev peywira we ye. Karê me nûçe çêkirine" parve kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin