Wezareta Petrolê ya Iraqê îro yekşemê ragihand dê xeteke boriyan a nû amade bike daku petrola zeviyên Kerkûkê bişîne bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê.
Reutersê ragihand ku xeta nû dê şûna beşekî kevn û xerabe ya xeta boriyên KerKûk-Ceyhanê bigire. Tê payîn ku ev xeta nû dê ji bajarê Bêciyê dest pê bike û di deriyê sînorî yê Fêşabûrê yê li gel Tirkiyeyê re biçe.
Hêjayî gotinê ye ku deriyê sînorî yên Fêşabûrê hîn di destê Hikûmeta Kurdistanê de ye û Hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwaze ku birêveberiya Kurdistanê wan deriyan radestî wê bike lê hîn lihevkirinek li ser vê babetê çênebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin