Hêzên Îranê di 8 mehan de 37 kolber kuştin

çekdarên Îranî berdewamin li ser kuştina kolberên Kurd
کوردستان TV
100%

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê roja 22ê vê mehê ragihand ku di 8 mehên dawî 37 kolber ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin an jî ji ber ketina ji çiyayan mirine.

Komeleyê di raporta xwe de diyar kir ku ji meha Adar heta Cotmehê 433 binpêkirinên mafên mirovan li dijî kolberên kurd tomar kirine.

Di raportê de hat eşkerekirin ku ew kolber an rasterast bi guleyên Hêzên Ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin an jî gava ku wan hêzan bera dû wan dida, ji çiyayan ketine.

Di raportê de hat destnîşankirin ku di nava van 8 mehan de, 4 kolberên din jî ber barîna berfê jiyana xwe ji dest daye.

Komeleyê herwiha ragihand ku 42 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine birîndarkirin û şeşên din jî bi mayinan birîndar bûne.

Li gorî amarên sala 2016an, 49 kolberên kurdî mirine ku 41 ji wan ji aliyê hêzên îranî ve bûn û 47ên din jî birîndar bûbûn.

Kurdên li bajarên kurdan ên Îranê ji ber nebûna karî û qeyrana aborî, kolberiyê di navbera sînoran de dikin û xwarinê li ser pişta xwe dikin û di navbera herdû hêlên sînorî yerên Herêma Kurdistanê û dewleta Îranê de dibin û tînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.