şanda Kurdistanê bo danûstandina ligel Bexdayê pêk nehatiye

hîn jî şanda Kurdistanî ku serdana Bexdayê bike pêk nehatiye
کوردستان TV
100%

hikûmeta Kurdistanê dibêje ti şandeke Kurdistanî bo danûstandina ligel Bexdayê pêk nehatiye.

Rayedarekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, ji ber ku Bexda heta vê gavê amade nebûye bi Hewlêrê re dest bi diyalog bike hikûmetê jî ti şand bo vê yekê pêk nehaniye.

Berpirsê fermangeha kordînasyona karûbarên hikûmeta Kurdistanê Nûrî Osman ragihand ku heta niha ti şandek bo encamdana danûstandinê bi Bexdayê re pêk nehatiye.

Nûrî Osman her wiha got, ji ber ku heta niha Bexdayê daxwaza Hewlêrê ya destpêkirina diyalogê nedaye û amade nebûye heta vê gavê bi Hewlêrê re rûnê.

Osman anî ziman ku tenê bi rêya daxuyaniyan ew bersiva Bexdayê didin û got, herî dawî berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî bersiva serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dabû ku behsa mûçe û hinek tiştên din kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.