Peyvdarê hikûmetê bersiva serokwezîrê Îraqê dide

Sefîn Dizeyî dibêje gotinên Ebadî ne cêyê baweriyê ne
کوردستان TV
100%

Peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermiya hikûmeta Kurdistanê, bersiva gotinên Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa Federal ku roja sêşemê 21.11.2017ê di preskonferensa xwe de gotibûn, dide û dibêje:

- Bi piştbestin bi biryara Dadgeha Federal ya Îraqê ya roja 20.11.2017ê, divê hemû rêkar, derencam û tedbîrên neadil ku weke reaksyon li hember referendûmê li dijî Herêma Kurdistanên ji aliyê hikûmeta federal û perlamentoya Îraqê ve girtine ber, weke; kêmkirina beşe budceya Herêma Kurdistanê, cezakirina nûnerên Herêma Kurdistanê li parlamentoya Îraqê, daxistina balefirxane û hemû ew biryarên din ku roja 27.09.2017ê, yên berî biryara dadgeha federl jî, weke reaksyon ji aliyê parlamnetoya Îraqê ve li dijî xelk û Herêma Kurdistanê dekirine, bên hilweşandin.

Dizeyî li ser pirsa pêşmerge dibêje:

- Pêşmerge hêzeke ku destûra Îraqê îtîraf pê kiriye. Pêşmergeyê Kurdistan, digel hêzên din yên Îraqê, di parastina welêt û têkşikandina DIŞIê û bi taybetî di operasyona azadkirina Mûsilê de, roleke sereke lîst. Eger pêşmerge nebûya, di şerê dijî DIŞIê de, Kerkûk jî û gelek deverên din  da bi derdê Mûsilê çin. Pêşmerge di cenga dijî DIŞIê de hezarûheştsedûdu şehîd, dehezarûdusedûsîûsê birîndar û şestûdu windabûyî heye. Civaka navdewletî û şexsê birêz Ebadî jî çend caran pesina rola hevkarî, piştevanî û hevahengiya pêşmerge digel arteşa Îraqê kiriye, divê hemû alî her bi vî awayî li pêşmerge binêrin û mafên destûrî yên pêşmerge dabîn bikin. Mixabin heta niha hikûmeta federal tu salekê miaşê pêşmerge nedaye, her çiqas, li gor destûrê pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya Îraqê û divê mişa û şayîsteyên darayî ji aliyê hikûmeta federal ve bên dabîn kirin.

Li dor pirsa hinartina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê ku çend caran ji aliyê birêz Ebadî ve hatiye behis kirin, peyvdarê hikûmetê dibêje:

- Birêz Ebadî çend caran gotiye ku ew dê maşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bişîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hertim tekîd kiriye ku amadeya di vî warî de hevahengiya pêwîst bike, lê di rastiyê de hikûmeta federala Îraqê di warê piraktîkê de gaveke bi tenê jî neavêtiye, heta ew neamadene lîsta Biometry ya miaşgirên Herêma Kurdistanê werbigire, ji ber vê yekê êdî xelkê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku pirsa hinartina miaş ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, pirsek ne cidî ye, lê ew bi tenê gotinin û ne tiştekî din.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje:

- Bi nvakirina Herêma Kurdistanê bi Wîlayetên Bakur yan bi her navekî din yê çêkirî, bi eşkereyî binpêkirina destûra Îraqê ye û herêma Kurdistanê red dike, gelê Kurdistanê jî bi hemû alî û pêkhateyan ve, li ser parastina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê hevdeng in.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.