PYD: Rûsyayê em jî vexwendine civîna Soçî

PYD dibêje em jî hatine vexwandin
کوردستان TV
100%

Şahoz Hesen: Eger Tirkiye êrişî Efrînê bike dê rastî berxwedaneke mezin were.

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ragihand , Rûsyayê ew jî vexwendine civîna Soçî. Hesen li ser gefên Tirkiyê li ser Efrînê jî got, eger êrişî Efrînê bikin dê rastî berxwedaneke mezin bên.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji radyoya Dengê Amerîka re dîyar kir ku divê neyê ji bîrkirin ku Kurd û pêkhateyên din yên li bakûrê Sûrîyê li dijî DIŞIê serkeftineke mezin bi dest xistine.

Şahoz Hesen da zanîn ku ew ji aliyê Rûsya ve bo civîna li Soçî hatine vexwendin û ew dixwazin beşdarî kombûna li Cenevê jî bibin.

Hevserokê PYDê wiha domand: “Jibo Soçî daxwaz heye ku em lê amade bibin. Me eşkere gotibû ku, emê wek partî yan kesayetî li wir amade nebin. Emê li ser navê rêvebirîyên xweser yên li herêmên Efrîn, Kobanî û Cezîrê beşdar bibin.”

Şahoz Hesen dîyar kir ku meclîsên bajarên ku nû hatine rizgar kirin yên wek Reqa, Minbic jî beşdarî civînê bibin.

Hevserokê PYDê ji NY xwast bo beşdarbûna kurdan li civîna Soçî, gavên pratîk biavêje.

Şahoz Hesen li ser helwesta Tirkiyê li hember tevlîbûna kurdan di civîna Soçî de jî ragihand ku Tirkiye dixwaze rê li ber projeyên demokratîk yên kurdan bigire û got, ger ew êrîşî axa Efrînê bikin wê rastî berxwedaneke mezin werin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.