Iraqê dest bi guhertina demografiya wan deverên dagîrkirî kiriye

Bexda berdewame li ser guhertina demografiya deverên dagîr kirî
کوردستان TV
100%

Serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdsitanê Seîd Sindî dibêje, Hikûmeta Iraqê li hinek deverên Kurdistanî dest bi guhertina demografiyê kiriye.

Serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê Seîd Sindî, li ser rewşa deverên Kurdistanî yên ku piştî 16 Cotmehê ketine destê Iraqê ragihand ku beşek mezin ji deverên Kurdistanî ketine destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî tenê beşek biçûk di destê Pêşmerge de maye.

Seîd Sindî her wiha got, li wan deverên ku di destê hêzên Iraqî de rewş gelekî aloz e. Li hinek cihan hikûmeta Iraqê dest bi guhertina demograsiyê kiriye û ji cihên din ereb aniye û li wan deran bicîh kiriye, ev rewş didome.

Wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku ew li bendê ne Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinan bikin û got, Bexda hinekî nerm bûye lê hîn deriyê diyalogê venekiriye. Her gava hevdîtinan dest pê kirin emê lêjneyek pêk bînin bo encamdana karûbarên wan deveran.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.