Artêşa Îraqê dest bi operasiyonê kir

artêşa Îraqê operasiyonên xwe didomîne
کوردستان TV
100%

Li ser sînorê Sûriyayê dijî DIŞIê operasiyon destpê kir.

Piştî ku beriya du rojan Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî diyar kiribû ku qaşo DIŞI di nava axa Îraqê de nemaye, roja pêncşemê, artêşa Îraqê belav kir ku li dijî terorîstên DIŞIê li çolên li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyayê de operasiyoneke berfire destpê kiriye.

Tê gotin ku hîn jî hijmareke zêde ji terorîstên DIŞIê di nava çolên Îraqê û deverên sînorî yên di navbera Sûriye û Îraqê de mane û hikûmeta Îraqê jî tekez li ser vê yekê dike daku ev deverên han jî neyên paqêjkirin serkeftina yekcarî ya li dijî DIŞIê ranegehîne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.