Li bajarê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê, polîs û pasdarên Îranê êrişî mexdûrên erdhejê kirin û gelek kes birîndar kirin.
Duh li bajarê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, komek mexdûrên erdhejê dema dixwastin alîkariyan werbigirin rastî êrişa hêzên polîs û pasdar hatin.
Li gorî agahiyan, polîs û pasdaran bi batom û gaza rondikrij êrişî mexdûrên erdhejê kirin ku di encamê de gelek kes birîndar bûn, yek ji wan birîndaran rakirin nexweşxanê.
Di rojên destpêkê yên erdhejê de jî hêzên ewlehiya Îranê bi awayekî hovane li mexdûrên erdhejê dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin