Li nêzikê Mûsilê goreke komî ya Kurdên Êzidî derket holê

goreke din ya bikomî ya Kurdên Êzidî hate dîtin
کوردستان TV
100%

 Îro hêzên Iraqê li rojavayê bajarê Mûsilê goreke bi kom ya Kurdên Êzidî dîtin, li gor berpirsên navçeyê qorbaniyên wê gorê ji aliyê rêxistina DIŞIê ve şehîd bûne.

Li gor ajansa Frans Prss di gorekî komî de termên 73 Kurdên Êzidî hate dîtin û tê de jin û zarok jî hene.

Derbarê wê yekê rêveberê bajarê Qehtaniye yê ser bi Şingalê Şûkir Muhlem Elyas ragehand ku, di wê gora bikom de rûfatên zilam, jin û zarokan hebe û di dema dagîrkirina navçeyê ji aliyê DIŞIê ve şehîd bûn.

Ji aliyê xwe qaymiqamê Şingalê Mehme Xelîl ragehand ku, heta niha 37 gorên bikom li navçeyên cuda li Şingalê hatine dîtin û piştî azadkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin.

Qaymeqamê Şingalê tekez kir  ku, hemû qorbaniyên wan goran kurdên êzdî ne û rexneyê tûnd li hikumeta Iraqê kir ku, alîkarî bo malbatên qorbaniyan pêşkêş nekir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.