YPG: Li Efrînê em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin

YPG dibêje Efrînê bo Tirkiyeyê bikin Kobanê
کوردستان TV
100%

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyê Foza Yusif li ser îhtîmala operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê ji Sputnikê ragihand ku heke operasyonek were ser Efrînê em ê li ber xwe bidin.

Divê navberî de Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd jî diyar kir ku heke Tirkiye operasyoneke pêk bîne dê berxwedaneke wekî ya Kobanê nîşan bidin.

Herwiha ev demeke ku Artêşa Tirkiyeyê hêzeke mezin li ser sînorê Efrînê bicih dike. Ev demeke ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan destnîşan dike ku operasyoneke li dijî Efrînê pêk bînin û dê destûr nedin ku kurdên li Sûriyeyê statûyeke bi dest bixin û gefan li YPGê dixwe.

Sputnik

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.