Nauert: Îdiayên ser darbeyeke dijî Tirkiyeyê komîkin

Amerîka dibêje gotinên Tirkiyeyê komîkin
کوردستان TV
100%

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser îdiayên Tirkiyeyê, ku dibêje Washington dijî Enqerê plana darbeyê dike got: Ev îdîayên han komîkin.

Nauert diyar kir ku wan berê jî ji Tirkiyeyê çîrokên bi vê rengî bihîstine.

Nauert got: Hemî eynî çîrok in. Ezê daxuyanîya xwe ya berê dubare bikim. Tê gotin ku em dijî Tirkiyeyê di hewildana darbeyekê de ne, îdîayeke pir komîk e. Pêşnîyaza min bo we, vê mijarê ji Wezareta Dadê bipirsin.

Nauret da zanîn ku peywendîyên di navbera welatan de dişibin zewacan û ew peywendî xirab jî dibin baş jî.

Berdevka Wezareta Derve bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye endama NATO ye û peywendîyên wan bi wî welatî re xurt in.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.