Serokwezîrê Libnanê Sed Harîrî, ku li Riyaza paytaxta Erebîstana Siûdî bi awayekî surprîz karvekişîna xwe ragihandibû, piştî 17 rojan vegeriya welatê xwe.
Harîrî piştî li balefirgeha navneteweyî ya Beyrutê peya bû, serdana gora bavê xwe Refîk Harîrî kir.
Sed Harîrî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ew ji kuştinkariyeke dijî wî ditirse û gotibû ku ‘’Îran li herêmê tovên hilweşînê direşîne’’.
Harîrî dabû zanîn ku Hizbulah ya Libnanê bi piştgiriya Tehranê welatê wî ji îstîqrarê dûr dixîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin