Nêçîrvan Barzanî: Civînên me bo şîrove kirina rewşê ye

Serokwezîr dibêje em li ser sê xalan hemfikirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje em li ser sê esasên serekî hemfikirin.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên şanda hikûmeta Kurdistanê de yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê, îro şanda hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmanî kir û li gel Goran, YNK û partiya sosiyalîsta demokrat ya Kurdistanê civiya.

Piştî wan civînan Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di presskonferansek de diyar kir ku armanc ji wan civîn û hevdîtinan şîrove kirin û nirxandina rewşa heyiye û di nava wan civînan de li gel aliyên beşdar li ser sê esasên serekî hemfikirin û li dijî du îdareyîne, lazime danûstandin li gel Bexdayê were kirin û nabe  her aliyek bi cuda li gel aliyeke din giftûgo bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku du pêşniyar jî bo derbas kirina rewşa heyî hatine pêşkêşkirin ku yek ji wan lazime bilez hilbijartin were kirin û ya din jî heta dawiya dema hilbijartinan hikûmeteke demkî were damezrandin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku vê serdana tevahiya aliyan bikin û di dawî de jî encamên wan hilbijartinan bo raya giştî eşkere dikin û pişt re weke hikûmet jî biryara xwe didin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.