Pûtîn: Esed razî bûye li gel aliyên dijber giftûgo bike

Esed li gel opozîsyonê giftûgo dike
کوردستان TV
100%

Pûtîn û Esed beriya civîna Soçî civiyan.

Koşka Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esad do Duşemê li Soçî ya Rûsya civiyane.

Pûtîn û Esed beriya civîna Soçî, ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê giftûgo kirine û Esed ji Pûtîn re gotiye ku amadeye li gel aliyên dijber dest bi danûstandinan bike.

Esad diyar kir ku bi saya êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûriyê di qada siyasî û şer de  serkeftineke mezin bi dest xistine û Sûriyên ku warên xwe terikandine jinûve vegerîn.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir serdana Esad çar demjimêr dom kiriye.

Putin û hevtayên wî yên Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Îranê Hasan Ruhanî, dê sibê li Soçî ser rewşa dawî ya Suriyê kom bibin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.