Pûtîn: 98% ji erda Sûriyeyê di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ye

Pûtîn dibêje rejîma esed kontrola tevahiya welat kiriye
کوردستان TV
100%

Pûtîn îro sêşemê bi hevkarê xwe yê çekî Milos Zemanî re civiya û ragihand ku 98% ji erda Sûriyeyê di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Beşdarîya kurdan a di Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Suriyeyê de ne dîyar e

Zemanî got: "Duh hûn bi serok Esadî re civiyan û hûn li Sûriyeyê bi ser ketin ji ber ku di pratîkê de hemû axa Sûriyeyê kontrol dike, çend beşên biçûk ne tê de."

Serokê rûsî Vladîmîr Pûtînî wiha got: "Serokê birêz, belê, xebera te ye. Îro bêtirî 98% ji erda Sûriyeyê di kontrola hêzên hikûmî de ye û ti xalên berxwedanê yên terorîstan tine ne."

Hêjayî gotinê ye ku Pûtîn duh duşemê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî re civiyabû ku bi awayekî fermî serdana Rûsyayê kir.

Pûtînî destnîşan kir ku tiştê giring ew e ku pêvajoya siyasî ye û Esad amade ye bi her kesê aştî û çareseriyê dixwaze re diyalogê bike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.