Reuters’ê îro Sêşemê belav kir ku li mizgefteke Mubî ya eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilata Nîjerya êrîşeke xwekujî hatiye li dar xistin.
Di êrîşê de 15 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Jêderên ewlekariya Nîjerya diyar kir ku êrîşvan 17 salî ye û dema xelk bo nimêja sibê diçûye mizgeftê êrîş hatiye li dar xistin.
Boko Haram ku li Nîjerya rêvebiriya şerîatê dixwaze di sala 2014’an de kontrola eyaleta Adamawa bi dest xwe xistibû. Rêxistina tundrê di serê 2015’an de ji Adamawa hatibû derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin