Koreya Bakûr dikeve nava lîsteya terorê

Japon û Koreya Başûr ji biryara Amerîkayê dilxweşin
کوردستان TV
100%

Koreya Başûr û Japonya dilxweşin ku Pyongyang dikeve lîsteya terorê.

Koreya Başûr û Japonya biryara Amerîka ya, wek zêdekirina giwaştin ser rejîma Pyongyangê, xistina Koreya Bakûr di nav lîsteya dewletên piştvana terorê de bi germî pêşwazî kir.

Wezareta derve ya Koreya Başûrî îro Sêşemê ragihand ku ew biryara Washingtonê wek "beşeke hewilên navnetewî yên bênavokîkirina Koreya Bakûr" dibîne.

Japonya jî kêfxweşiya bi biryarê ragihand û ew wek gaveke girîng nirxand.

Serokê Amerîka Donald Trump do li Qesra Sipî got: Hikûmeta Pyongyangê wek "rejîmeke kuijêre û divê ew biryar berî çend salan bihata dayîn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.