Balyozê Brîtanî: Brîtanya piştgiriya Kurdistanê dike

Brîtanya biryar daye hevkariya Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

 Bi boneya destbikarbûna balyozê nû yê Brîtanya yê li Îraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî cîgirê xwe Qubad Talebanî pêşwazî li Jonathan Wilks ê balyozê nû yê Brîtanyayê kirin.

Wilks di hevdîtinê da da zanîn ku wî xwestiye di despêka karê xwe de serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Balyozê nû yê Brîtaniyayê li Îraqê, ji bo qurbaniyên erdheja heftiya borî li Herêma Kurdistanê qewimî, li ser navê Şahjina Brîtanyayê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. Wiks piştgiriya welatê xwe jî ji bo pêşkeşkirina alîkariyan bi lê qewimiyên wê erdhejê nîşan da. Wilks piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku Brîtanya dixwaze têkiliyên bi hêz yên di warê siyasî, ekonomî û asayîşê de ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Herwiha Wilks diyar kir ku: "Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bûyerên vê dawiyê û xwe dûrxistin ji pevçûnên bi Îraqê re û parastina aramiyê û afirandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta federal a Îraqê re bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî ji bo hevkarî û hevhengiya ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir.

Wilks aşkere kir ku rêxistina DIŞI di warê leşkerî de şikestiye, lê fikir û hizira wê rêxistina her maye û ji bo bi dawîkirina wê, divê ji berê zêdetir têkiliyên navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêşxistin werin pêşxistin.

Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbahî li Jonathan Wilks kir ku wekî balyozê nû yê Brîtaniyayê li Bexdayê dest bi karê xwe dike û ji kar û xebatên wî re serkeftin xwest.

Barzanî herwiha piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan de ku piştevanî û hevkariyê bi Wilks re bike.

 Barzanî careke din tekîd li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze digel Bexdayê dest bi diyalogeke cidî bikin û li ser bingeha destûra Îraqê hemû pirsgirêkan çareser bikin diyar kir ku pêwiste Brîtaniya û civaka navdewletî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê piştevan û alîkar bin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.