Li Almanyayê hevdîtinên koalisyonê têk çûn

mimkune careke din li Almanyayê hilbijartin were kirin
کوردستان TV
100%

hilbijartina pêşwext di rojevê de ye.

Hevdîtinên avakirina hikumeteke koalisyonê yên çend heftene bi rêve diçin têk çûn ku di navbera Partiya Merkel Serokwezîra Almanyayê û Partiyên Demokratên Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan de çêdibûn. Partiya Çepan banga hilbijartina pêşwext kir.

Piştî hilbijartina 24ê Îlonê, li Almanyayê pêvajoyeke zehmet a avakirina hikûmetê dest pê kir. Partiya Angela Merkel Serokwezîra Almanyayê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), di hilbijartinê de ji sedî 32.9 deng standibû.

Partiya Ji bo Almanyayê Alternatîf (AfD) jî sedî 13,3 deng bi dest xistibû û ketibû Meclîsa Federal (Bundestag) ku li dijî penaber û Îslamê ye û dengên ku standine weke surprîz hat dîtin.

Du meh in ku hikûmet nayê avakirin û duh bi şev hevdîtinên avakirina koalisyonê bi dawî bû ku ji ber rengên di alên partiyan de navê koalisyona Jamaikayê lê hatibû kirin.

Partiya Demokratên Azad (FDP) di saetên şevê de aşkere kir ku hevdîtinên koalisyonê qediya ne. Christian Lindner Serokê Giştî yê FDPyê got; “Li şûna ku em şaş bi rê ve bibin, bila em qet bi rê ve nebin, baştir e”.

Serokwezîra Almanyayê û Seroka Giştî ya Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel, Serokê Yekîtiya Civakî ya Xiristiyanan (CSU) Horst Seehofer û rêveberiya Keskan diyar kirin ku ji ber têkçûna hevdîtinan ew xemgîn in. Rêveberiya Keskan her wiha îdia kir ku FDP demeke dirêje têkçûna hevdîtinên koalisyonê plan dikir.

Yek ji vebijarkên li pêşiya Almanyayê ew e ku Partiya Demokratên Sosyal (SPD) û CDU ya Merkelê koalisyona mezin ava bikin. Lê ji ber ku nikarin bigihêjin hedefa ji sedî 20,5ê rêveberiya SPDyê erênî li koalisyona mezin nanêrin û gotin ku ew dixwazin rolê muxalefeta esasî bilîzin.

Vebijarka duyemîn jî ew e ku Demokratên Xiristiyan di bin serokatiya Merkelê de yan bi FDPyê re yan jî bi Keskan re koalisyona eqeliyetê ava bikin. Heke ku piraniya meclîsê vê hikûmetê erê bike û piştgiriyê bide wê wê Merkel serokwezîrtiya xwe bi hikûmeteke eqeliyet re berdewam bike.

Hevseroka Partiya Çepan Katja Kippingê banga hilbijartina pêşwext kir û ji bo CDUyê got, “ampula reş teqiya û bi bin ket”.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.