Li bajarên Kurdî di salekê de 45 zarok hatine kuştin

di salekê de 2106 zarok jî hatine giritn
کوردستان TV
100%

Baroyên bajarên Kurdan dibêjin ku 45 zarok hatin kuştin, 2106 zarok hatin girtin.

Baroya Amedê û 10 baroyên bajarên kurdan derbarê 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî dan û gotin, "Li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesayîtên zirxî de can didin.

Di sala 2016an de ji ber îstîsmara li hemberî zarokan 15 hezar û 51 doz hatine vekirin. 45 zarok hatin kuştin, 2106 zarok jÎ hatin girtin"

Îro 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Saziyên sivîl derbarê vê rojê rapor û nêrînên xwe eşkere kirin.

Li gorî van rapor û nêrînan li Tirkiyeyê ji ber şerê heyî hêjmara zarokên hatine kuştin, koçberkirin û rastî îstîsmarê hatine qet bi qet zêde bû. Di 2016an de 45 zarok hatin kuştin, 40 zarok hatin birîndarkirin.

Di 5 mehên ewil ên 2017an de 182 zarok rastî îstîsmarê hatin. Li welatên şer lê heyî 63 hezar û 300 zarok koçî welatên ewropa kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.