Du kadroyên PDKê ji aliyê Heşda Şebî ve hatin revandin

rewşa wan hîn jî nediyare
کوردستان TV
100%

Hat zanîn ku çekdarên Heşda Şebî 2 kadroyên PDKê li nahiya Pirdê ya Kerkûkê revandine.

Li gorî zaniyariyên berdest çekdarên Heşda Şebî roja 14 vê mehê li nahiya Pirdê, ku ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye dagîrkirin, du kadroyên PDKê revandine û nayê zanîn li kûderêne.

Jêderên ewlekarî yên deverê ên Kurd dibêjin em nizanin Heşda Şebî çima ew kadroyên PDKê revandine lê ji roja ku Kerkûk ji aliyê wan milîsan ve hatiye dagîrkirin, kurd tên girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.