Wezareta karê derve yê Amerîkayê îzna firotina Patriotan da. Patriot xwediyê 3 konfigurasyona ye û bi sîstema parastina hewayî ya hevgirtî ve hatiye nûjenkirin û bi navenda cengî ya hewayî ve hatiye girêdan.
Temamê vê sîstemê bi 10 mîlyar û 500 hezar dolarî hat firotin û îzna firotinê ji wezaretê derket.
Ajansa Amerîka ya parastin û hevkariyê ragihand ku ji bo tescîlên pêdivî agahî hat dayîn bo kongreyê.
Di qeydiyan de weka paketa sîstema parastinê, 4 AN/MQP-65 set a radarê, 4 heb sîstema kontrola mifteyan, 16 M903 îstasyona avêtinê û 208 şiyanên pêş yên Patriot-3 (PAC-3) derbas dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin