Li Dêre Zorê 20 kesên medenî hatin kuştin

di encama teqînê de herî kêm 50 kes bûne qurbanî
کوردستان TV
100%

 

DIŞIê li Dêre Zorê teqînek pêk anî û 20 kuştî 30 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku DIŞIê bi wesayîta bombebarkirî êrişî gundê Ferecê ya Dêre Zorê kiriye û di encamê de jî 20 kes hatin kuştin û bêtirî 30 jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku terorîstên DIŞIê piştî nîvro saet di 13.20an de li gundê Ferec ku dikeve navbera şirketa Cafra ya petrolê û şirketa Konîko ya gazê, bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirine.

Li gorî ragihandina nûçeya ANHAyê miîtanan wesayîta bombebarkirî din av sivîlan de teqandine û di encamê de jî 20 sivîl can dane, bêtirî 30 kes jî birîndar bûne.

Herwiha herêma ku êrişê pêk hat, ji aliyê çavkaniyên enerjiye gelek dewlemend e.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.