Yekîtiya Ewrûpa bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştgirî didin diyalogê

YE nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê dişîne
کوردستان TV
100%

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini ji ber bûyera erdheja şeva 12ê Mijdarê nameyeke hevxemiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê bo diyaloga di navbera Hewlêr-Bexdayê de nîşan da.

Di destpêka nameyê de, Federica Mogherini hevxemiya Yekîtiya Ewropayê li gel Herêma Kurdistanê û qurbaniyên erdheja 12ê Mijdarê ku li çend navçeyên Herêma Kurdistanê çê bû, nîşan daye û dibêje: “Destpêkê ez dixwazin ji dil ve serxweşiyê li qurbaniyên wê erdhejê bikin ku roja 12ê Mijdarê li Herêma Kurdisanê çê bû.”

Mogherini spas û pêzanînên xwe bo hevbeşî û serkirdatiya serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tîne ziman û keyfxweşiya Yekîtiya Ewrûpayê bo amadeyî û hewlên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê jî nîşan dide.

Mogherini dibêje: “Me ji nêzîk ve û bi dilgiranî ve pêşhatên medyanî şopandiye, dema çend heftiyên bihorî jî karê me yê sereke ew bû ku rêgirî li tundûtîjiyê bihê kirin, ji her aliyekê ve be, herwiha me piştgiriya wan hewlan kiriye ku bo çareserkirina arîşeyan hatine dan, weke rêkarên ewlehiyê li navçeyên nakok. Yekîtiya Ewropa herwiha berdewam e li ser çavdêrîkirina rewşê û alîkariyên mirovî jî pêşkêş dike.”

Di berdewamiya vê nameyê de, ku îro Pênşemî 16ê Mijdara 2017ê bi rêya Nûnera Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê Claris Pastor ve pêşkêşî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat kirin, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini tekezî li ser piştgiriya Yekîtiya Ewropayê bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û dibêje: “Eger alî daxwaz bikin, Yekîtiya Ewropayê li gel hevkarên xwe yên navdewletî, di amadeyiyeke herî zêde de ye ku handan û hêsankariyê bow ê diyalogê bike, eger ku bizane bi mifa ye û dê encamên baş hebe.”

Mogherini di dawiya nameya xwe de destnîşan kiriye: “Ne tenê yekîtî û îstiqrara Iraqê, lê belê yekîtî û îstiqrara Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên hikûmî jî jib o Yekîtiya Ewrûpayê giring in.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.