Almanya: Lazime Bexda gavên erênî bavêje

Almanya dibêje lazime Bexda gavan bavêje
کوردستان TV
100%

 

 Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku bi erênî pêşwaziya daxuyaniya Herêma Kurdistanê ji bo biryara dadgeha Federal a Iraqê dike û destnîşan kir ku divê Hikûmeta Iraqê zûtirîn demildest bidiyalogê li gel Hewlêrê bike dakû kêşeyan çareser bike.

Wezareta Derve ya Almanyayê daxûyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê ravekirina Dadgeha Bilinda Federal a Îraqê de erênî nirxand û ragihand niha bar ketiye li ser aliyê Bexdayê ku li pey wê gava Herêma Kurdistanê biçe.

Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê bi daxuyaniyeke ragihand ku Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku bi erênî pêşwaziya daxuyaniya Herêma Kurdistanê ji bo biryara dadgeha Federal a Iraqê dike.

Wezareta Derve ya Almanya di daxuyaniyekê de dibêje, daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyeke giring e ku ew amade ne ji bo gotûbêjan û destnîşan kir ku divê Hikûmeta Iraqê zûtirîn dem dest bidiyalogê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.