Nûnerê Trump ji bo Kurdistanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir

Amerîka ji Îraqê re dibêje bilez dest bi diyalogê bike
کوردستان TV
100%

 

Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump Breet McGurk daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê were destpekirin.

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê DIŞIê Brett McGurk

Breet McGurk duhî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî. McGurk di hevdîtina xwe de daxwaz ji Heyder Ebadî kir ku divê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê were destpêkirin û pirsgirêk bi rêya danûstandinan werin çareserkirin.

McGurk li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û di peyama xwe ragihand ku wî ligel Heyder Ebadî qonaxa dawî ya şerê dijî DIŞIê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.